في الذكرى السنوية الأولى لاحتلال عفرين مجلس رابطة الشباب اليساريين الكرد يرفض الاحتلال التركي ويدعو إلى تكاتف الجهود لاستعادة عفرين

2019-01-18

مكتب الإعلام:
أصدر مجلس رابطة الشباب اليساريين الكرد اليوم الجمعة 18/1/2019م في أول اجتماع اعتيادي له لعام 2019م في مقر الرابطة بمدينة الحسكة بياناً إلى الرأي العام بمناسبة الذكرى السنوية الأولى لاحتلال لعفرين، رفض فيه الاحتلال التركي، ودعا الشباب إلى تكاتف الجهود لاستعادة عفرين وعودة أهاليها إلى بيوتهم وأراضيهم؛ وفيما يلي نص البيان باللغة الكردية:
ji raya giştî û çapemeniyê re
Di 20’ê çileya 2018’an de Dewleta dagirker ya tirk bi hemû hêza xwe û çeteyên xwe êrîşî bajarê Efrînê kirin, di vê êrîşê de dewleta tirk ne tenê bajarê efrînê ji xwe re armanc girit, belê tevahî Rojavayê kurdistanê û gelê azadî xwaz û îradeya gelê kurd ji xwe re armanc girt.
Bi êrîşa dewleta tirk de hemû dewletên cîhanê destik dan dewleta tirk û çevên xwe ji bo dagirkeriya wê ji rojavayê kurdistanê re girtin. Ji ber ku dewleta tirk yek ji dewletên natoye û bercewendiyên xwe pêre parastin. Û van dewletan ji vê êrîşê re piropoxenda çêkirin, bi dîtina van helwestan dewleta tirk pişt rast bûn û ji biryara xwe venegeriyan û xwest êrîşa xwe bibe ser hemû Rojavayê kurdistanê û vîna gelê kurd bişkîne, sîstema fedraliyê û revêberiya xweser bişkîne.
Ji bo vê yekê vîna gel û şervanan li hember hêza dewleta tirk dûyemîn dewlet di natoyê de û xwediyê çekin pêşketî kec û lawan sîngên xwe li himber guleyan kirin mertal 58 rojan bê rawestan û bi çekên sivik li ber xwe dan, ev hêz û îradeya şervana bi pîştgiriya gel xurt dibû.
Em weke hevgirtina ciwanên çep ên kurd dagirgeriya tirk şermezar dikin, her wiha salvegera êrîşê li ser Efrînê bi şervan û gelê kurd û azadî xwaz û şoreşgeran re silav dikin, her wiha em bengewazî hemû ciwanên kurd dikin ku xwedî li vê rojê û li xwîna şehîdan derkevin, her wiha em sersaxiyê ji malbatên şehîda re dixwazin.
Bijî berxwedana efrînê
Bijî azdadiya gelê kurd
Hevgirtina Ciwanên çep ên Kurd